Şandeke Partiya Aştiya Demuqratî Kurdî li Sûriyê serdana hevserokê kantona Cizîrê şêx Himêdî Diham Elhadî kir, şande ji Telal Mihemed serokê partiyê û Hikmet Derwîş û Celal Silêman endamên desteya şêwirdariyê di partiyê de pêk hatibû.
Şandeyê pîrozkirin da şêx Himêdî li ser postê hevserokatiya kantonê û hêviya serkeftinê jê re xwestin.
Herdu aliyan bûyerên dawî li Rojava gengeşe kirin û li ser êrîşên li dijî kantona Kobanê axivîn û herwiha rewşa şoreşa Sûriyê ya ku (bûye hejmarek rikberî).
Li dawiya serdanê şêx Himêdî sipasiya şandê kir li ser serdanê û hêvî kir ku li gor bawerî û berpirsyariyê be.