Yekem alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bûn di riya bajarê Remsa yê Urdinê re li gor biryara encûmena ewlekariyê ya navdewletî.
Rjnameya Elweten ya sûrî li ser zimanê berpirsiyarekî navdewletî li Urdinê got:ʺAliyên têkildar bi mufewediya UNê ya penaberan re roja sêşemê karwaneke ji 20 kemyonan derbas kirineʺ.
Esaf Ebûd nûçegihanê BBC li Şamê got ku alîkarî gihane parêzgeha Siwêda başûrî welat û mufewediya UN ya penaberan ew wergirtine.
Berî niha Encûmena Ewlekariyê ya navdewletî biryar dabû ku alîkarî derbas bibin di navçeyên di bin destê rikberiya çekdar re bê erêkirin ji hikûmetê.
Biryara navnetewî dibêje ku hemû aliyên pevçûnê li Sûriyê mecbûr in ku xwarin û dermanan ji sivîlan re peyda bikin, tê pêşbînkirin ku biryara nû rê veke ji bo gihandina alîkariyan ji bo 1 300 000 kesên ku pêdiviyan pê hene.
Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Sûriyê got ew ê derbasbûna welat karekî li dijî serdestiya niştimanî bibînd.