Komîta Nirxandinê ya mihrecana Mersîlyayê ya belgefilman filmê ʺWelatê me yê Bêhempaʺ bijart ku xelata mezin wergire.
Film yê herdu derhêneran Ziyad Himsî û Mihemed Elî Etasî ye, tê de hewldane ku rewşa Sûriyê bi dîmenên bîna tomar bikin, lê vê carê weke çîrokeke mirovî ku xemgînî û lawazî û êş riwê lehengên wê didin nasîn.
Ev belgefilm çîroka du nifşan dibêje, Ziyad Himsî ciwan e û çalakvanekî sivîl e, bi derhênerê Sûrî Elî Etasî re yê ku li Beyrûtê rûdine li hev tê ku belgefilmekî li ser rewşenbîrê Sûrî Yasîn Hec Salih çêbikin, Hec Salih ji nifşên kevn e, 16 sal ji temenê xwe di zindanên rêjîmê de qedandine.
Di bûyeran de Ziyad û Yasîn berê xwe didin bajarê Reqayê ya azadkirî, piştî ku du salan li Şamê û Dûma veşartî mane,Yasîn nasdike ku du birayên wî ji hêla DAIŞê ve hatine revandin, DAIŞa ku li Reqayê bûye destlatdar, paşê bi dizî Elî Etasî jî digihe wan û wênetomarkirin berdewam e, lê xemgîniya Yasîn pir dibe ji ber revandina jina wî Semîre Elxelîl li bajarê Dûma, Yasîn neçar dibe ku dereve Tirkiyê, Ziyad vedigere Dûma û ew jî ji aliyê DAIŞê ve du mehan tê girtin.