Bûyerpress
Hêzên Artêşa Turkyê duh berêvarê, li devera Şiyê ku girêdayî Kantona Efrînê ye, agir berda 3 hektar zeviyên welatiyan û ji encamê 200 darên zeytûnan şewitîn.
Piştî vêxistina êgir, xelkên deverê hewl dan ku vemirînin lê nekarîn.
Hêjayî bibîrxistinê ku Artêşa Turkyê û hêzên girêdayî wê, zêdetir ji carekê kiryarên wisa dikin û gelek caran zevî û samanên xelkê têk birine.