Bûyerpress
Şandeyek ji Şepêla Elxed a Sûrî û Tevgera Nûjenkirina Niştimanî, duh Şemiyê giha Rojava ji bo ku rêzek ji hevdîtinan li gel berpirsên TEV-DEMê pêk bîne.
Şandeya ku ji dergehê Sêmalka derbasî xaka Rojava bû, Rêvebirê Nivîsgeha Rêxistinî ya Şepêla Elxed Elî Elasî, Serokê Tevgera Nûjenkirina Niştimanî Ubeyda Elnehas û birek ji serkirdeyên her du aliyan bû.
Şandeya navborî aniha li bajarê Amûdê ye, û biryar e ku rêzeke hevdîtinan li gel berpirsên TEV-DEMê li dar bixîne.












































