Taybet_Bûyerpress
Li jêr navnîşana (Bawermend û Kirîz) , duh înê Kenîseya Yekîtiya Mesîhiyan û bi beşdariya nûnerên Hisiça, Qamişlo û Rimêlanê, Kongreyê xwe bi dawî kir.
Kongreyê Mesîhiyan ku bi awayê nimêjên ayînê hat lidarxistin, tê de semînerên ayînî hatin dayîn wekî( Desthilata Xweda, Kirîz û Rêya Berxwedanê)
Serkarê Kenîseyê”Ne’îm Yûsiv” ji Bûyer re zelal kir ku ev kongreyê wan wekî werzîşeke ayînî ye, armanc jê xurtkirina rewan, wergirtina wêrekî û hêzê di kirîz û qeyranên aniha de..
Hêjayî gotinê ye ku kenîseya mesîhî, salane vî kongreyê xwe li dar dixe.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan