Taybet_Bûyerpress
Hêzên Ewlehiya Navxwe-Asayîş, sibeha îro Pêncşemê li bajarê Amûdê xwepêşandaneke xwendekarên amadehî û navendî ji hev belav kir, ji ber rêdana xwepêşandanê negirtibû.
Bi dehan ji xwendekarên Amûdê li pêşber Avahiya Perwerdeyê xwepêşadanek li dij biryara Desteya Perwerdeyê bi girtina navendên perwerdeyên taybet, li dar xist.
Desteya Perwerdeyê li Kantona Cizîrê di demeke berê de biryar da ku hemî navendên perwerdeyên taybet bên girtin, da ku pêşekariya perwerdeyê bê parastin û barê diravî li ser milên malbatên xwendekaran sivik bibe, li gorî ku di biryara Desteyê de hat.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan