Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk, Aşxaneya Reqayê ya li rojhilatê bajêr dorpêç dikin, li gel şer û pevçûnên giran di navbera wan û rêxistina DA’İŞê de.
Li gorî malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê, Hêzên HSD’ê li rojhilatê bajarê Reqayê taxa Meşlebê,Firqeya 17’an û Kargeha Şekir rizgar kirine û aşxaneya bajêr jî dorpêç kirine.
Vê gavê şer û pevçûn li dar in li gel pêşveçûna hêzên HSD’ê.