Bûyerpress
Beşê Teknîkî yê Şaredariya Rojhilatê Qamişlo, di nava her sê rojên Duşem, Sêşem û Çarşemê de temamî kolanên Meheta Kevin ku li rojhilatê Qamişlo ye, pêne û zivit kir.
Li gorî Hevserokê Şaredariya Rojhilatê Qamişlo Şêrzad Elî, li 200 mîtereyên çargoşe zivit hat raxistin, ew jî bi daxwazeke fermî ji aliyê komîna taxê ve.
Elî her wiha da zanîn ku bi vê yekê, bi dehan ji kolanên taxê êdî bi kêra çûn û hatinê tên.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan