Bûyerpress_Diyarname
Ji Weşanên J&J sê pirtûkên nû derketin. Du jê pirtûkên helbestan û yek jî ya hevpeyvînan e.
Di Goristanê De Stêrkên Azadiyê
Pirtûka “Di Goristanê De Stêrkên Azadiyê” ji aliyê Xecê Şen ve hatiye amadekirin.
Şen ku ew bi xwe demekê di girtîgehê de maye, wê çaxê li gel Medya Yaklav, Xelat Encu, Zeynep Avci û Devrim Elegez hevpeyvîn kirine û pirtûk wekî pirtûkeke hevpeyvînan hatiye amadekirin û weşandin. Ew kesên li gel wan hevpeyvîn hatiye kirin nêzî bîst salan e girtî ne, pirtûk hest û ramanên wan nîşan dide.
‘Paytextên Êşê’
Pirtûka “Paytextên Êşê” pirtûka helbestan a Necat Baysal e.
Baysal ku di sala 1988’an de li Nisêbînê hatiye dinê, ji ber bûyerên siyasî 5 salan girtî maye, niha li Almanyayê dijî û ev yekemîn pirtûka wî ye. Ew di helbestek de wisa dibêje: ”
FERMANA 74’an
Destê sibehê di paxila şevê de
Û di fereca gunehan de
Xwe radestî fermana te dikin
Çiya ziwa
Lêv qelişî
Dê wenda
Û namûs di doxîna oleke bêsimbêl de
Xulekên dawî dijî!
“Lîlan Be Dil”
Pirtûka helbestan “Lîlan Be Dil” helbestên sê jinên girtî di nava xwe de dihebîne. Medya Yaklav û Devrîm Elegez helbest nivîsîne û Xecê Şen ew ji bo weşandinê amade kirine lê du helbestên wê ku dema ew girtîbû nivîsîbûn jî di nav de cih digirin.
Helbestek ji pirtûkê:
“DEXESÎ
Bi heft tas ava kibnê
Çavên xwe şûşt
Serê xêliya xwe di agir da kir
Gotina jehrî di hubrê re derbas kir
“Kurmancî zimanek baş e”
Lê careke din bi Tirkî binivîsî
…..!”
– Di Goristanê de Stêrkên Azadiyê / Xecê Şen / Hevpeyvîn / Weşanên J&J / 80 rûpel / 2017
– Paytextên êşê / Necat Baysal / Helbest / Weşanên J&J / 72 rûpel / 2017
– Lîlan Be dil / Medya Yaklav, Devrim Elegez, Xecê Agirî / Amadekar: Xecê Şen / Helbest / Weşanên J&J / 62 rûpel / 2017