Bûyerpress_Dengê Emerîka
Cîgirê Serokê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê, di hevpeyvîneke xwe de li ser kanala fermî ya dewletê ragihand ku êrîşvanên Tehranê ji Îranê ne.
Reza Seyfulah got” Ser nasnameya êrîşvanan ez dikarim bibêjim, ku ew ji hin bajarên Îranê ne û tevlî DAIŞ’ê bûne’’.
Reuters’ê ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşên li parlementoya Îranê û ya li ser gorna Ayetulah Xumeynî hatine kuştin, bûye 13.
Ji alîyekî din ve, Serokê Emerîkayê Donald Trump, bi daxuyanîyekê ji bo kuştîyan sersaxî xwest û got ku dewletên piştgirîyê didin terorê, dikin ku qurbanî zêdetir bibin.
Pasîvanên Şoreşa Îslamî ya Îranê dîyar kiribûn ku berpirsê êrîşê, Erebîstana Se’ûdî ye, û êrîş tam hefteyekê piştî serdana Trump ya li wî welatî, pêk hat.