Carekê ji caran, du zilam ji serxetê daketin herêma binxetê.
Gelekî di rê de westiyan, çawa gihan binxetê , yekî ji wan got ku mala dostekî min î kevn ji vir nêzîk e, ka em biçin balê.
Gihan mala dostê xwe , li dêrî êxistin ,lawê dostê wî dêrî vekir.
Lêwik ji wan re got ” bavê min ne li mal e, ka derbas bin ta bavê min were”
Her duyan got em birçî ne, lawik çû taseke dagirtî dims(Doşav) ji wan re anî û danî ber wan.Her duyan zikên xwe dan ber dimsê û tasik virtî vala kir.
Lawik çû taseke din anî.Wan ew tasik jî vala kir.
Lawikê malê dixwest biçe taseke din ji dimsê bîne, yekî ji wan nehişt û got ku dê û bavên te dê bixeyidin,ji ber me dimsa we nehişt.
Lawik lê vegerand û got:” Na xalo bavê min naxeyide, ji ber ku dimsa ez ji we re tînim mişkek ketibû di nav de û me yê bavêşta”
Zilam gelek aciz bû ,dilê xwe xeland û tasik li bin guhê dîwêr da û şikand.
Dema tasik şikest lawik girya û got:”Mane ew tasika ku te şikand , hewdikê ava kûçikê min bû. “”kune ew tase.kê kûçkêk girya û gotŞd û tasia ez ji we re tînim m’işt û got ku dê û bavên te dê bixeyidin,ka em biçin balê.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 62′yan de hatiye weşandin. 1.6.2017