Bûyerpress
Wezareta Berevaniya Emerîkî duh Sêşemê ragihand ku Emerîka ji bo hêzên Kurdî yên li bakurê Sûryê ku şerê DA’İŞê dikin, dest bi rêkirina çekan kiriye.
Berdevkê Pêntagonê Ediryan Galwê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ” Me çekên sivik û tanzêr Ji Bo Kurdan bi rê kirine”
Galwê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got” Divê ku em hevkarên xwe yên li ser erdê xurt bikin, da ku bi lezgînî dijmin were têkbirin, hevpeyman birêkirina palpiştî û amûrên pêwîst ji bo rizgarkirina Reqayê, misoger dike”
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan