Bûyerpress
Malpera Şerq Elewset belav kir ku duh Sêşemê fermandarekî Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê gotiye ku eger hêzên Heşda Şe’ibî sînor derbas bikin û bikevin deverên jêr kontrola me, em ê li dij wan bisekinin û em ê tu caran nebin pirek di navbera Heşda İraqî û Rêjîma Sûrî de .
Fermandarên Heşda Şe’ibî duh Sêşemê gotibûn em ê derbasî aliyê Sûrî bibin ji bo palpiştiya rêjîma Sûrî.
Hevpeymana Navndewletî ya Li Dij Da’İŞê jî,piştî ku Heşda Şe’ibî giha Tenefê, hişyarî da wan.
Hêjayî Gotinê ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Asayîşa Rojava Ciwan İbrahîm, beriya du rojan ragihand ku ew ji pirojeyên Îranî li herema me bi tirs e.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan