Bûyerpress_Dengê Emerîka
Îro Çarşemê Reuters’ê ragihand ku li navenda Kabol a Efxanistanê , siwareyeke bombekirî bi dengekî bilind teqîya.
Teqîn li nêzî balyozxaneya Almanî pêk hat. Rayedarên ewlekarîyê dîyar dikin ku hijmareke kuştî û birîndar hene.
Berdevkê Ewlekarîya Kabolê Beşîr Mucahîd da zanîn ku li herêma teqîn lê rûdayî, ji bilî balyozxaneya Elmanî, çend avahîyên din ên fermî hene û hîn ne eşkere ye ku çi hatiye armanckirin.
Ta vê demê jî, hîn tu aliyan berpirsîya teqînê negirtîye ser xwe.