Bûyerpress
Rêxistina Dij Teror a Girêdayî Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku fermandarekî mezin ê rêxistina DA’İŞê hatiye kuştin, ew jî bi derbeyeke asîmanî ji aliyê firokeyên hevpeymanê ve.
Rêxistina Dij Teror di malpera xwe de ragihand ku Umer Mehdî Zêdan ku bi nasnavê Munzir El’Urdinê tê naskirin, di derbeyên asîmanî de yên ji bo rizgarkirina Mûsilê, hat kuştin
Hêjayî gotinê ye ku Umer Mehdî ji sala 2013’an ve tevlî DA’İŞê bûye, û yek ji payebilindên DA’İŞê bû.