Bûyerpress_Hawar
Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê, piştî şer û pevçûnên giran li gel DA’İŞê, karîn 3 gundan li rojhilatê bajarê Tebgayê rizgar bikin.
Li gorî ajansa Hawarê ya Nûçeyan, Hêzên HSD’ê bi armanca qutkirina hemî rêyên ku diçin Reqayê, bi pêş ve çûn û her sê gundên Hora, Barûda û Metyûra ku 20 km’yan li rojhilatê Tebqayê dikevin ,rizgar kirin.
Li gorî heman jêderê, di şerê ku du rojan dewam kir, 25 çekdarên hatin kuştin