Dengê Emerîka
Parlamentera Partîya Demokratîka Gelan HDP Besîme Konca ji aliyê Ewlehiya Turkyê ve li Êlihê hat girtin. Bi girtina Konca re hejmara parlamenterên girtî yên HDP’ê bû 11 girtî.
Konca, ku parlementera Sêrtê ye, di 13’ê Berfanbara 2016’an de hatibû girtin û di 3’ê Gulanê de bi mercê ku dernekeve derveyî Turkyê hatibû berdan.
Dadgeha Sizayên Giran a Êlihê li dij biryara dozgerîyê derket, û di 8’ê Gulanê de careke din biryara girtina Konca da.
Konca vê sibê li Firokxaneya Êlîhê hat desteserkirin û bi darizandina Dadgeha Sizaya Giran ya Êlîhê hat girtin.