Bûyerpress_Dengê Emerîka
Rêxistina DAIŞê di daxûyaniyekê de dibêje ku , çekdarên wan, li herêma Dibis ya rojavayê Kerkukê ku li jêr kontrola hêzên Pêşmerge ye 9 bîrên petrolê teqandine, lê berpirsên Pêşmergeyan dibêjin ev yek ne rast e, bi tenê bîreke gaza siruştî ya ji karkeftî hatiye teqandin.
Lîwa Mihemed Rêgir, Fermandarê Eniya Rojavayê Kerkukê yê hêzên Pêşmerge, got ku , “Çekdarên DAIŞ’ê bi tenê karîne bîreke gazê bombe bikin û paşî biteqînin, her wiha 4 bîrên din yên petrolê bombe kiribûn, lê negehiştbûn ku biteqînin”.