Ji ber giringiya çandê di jiyana civakên mirovan de, çand roleke giring dilîze di geşbûn û bilindbûna kesan de heta astekê ji bîreweriya kesane û gelemper û dana wêneyeke diyar ji têkildariyên çandên civakekê yan civakên mirovî bi gelemperî.
Vekirina navendên çandî yên ku li ser rêxistinên civaka sivîl têne hesabkirin wêneyeke çespandî ye ji giringiya çandê di jiyana civaka Kurdistanî de, herwiha komeleya Subarto di aliyê guhdana dîrok û kevneçanda kurdî de pêşeng e.
Komeleya Subarto di 14/03/2012an de hate damezrandin ji hêla grûpek karnas û dîrokhez û rewşenbîrên ku guhdanê didin dîrok û çanda kurd û cîhanê, armanca vê komeleyê ya sereke beşdarî di danasîna nasnameya kurdî û diyarkirina wê û danasîn bi dîrok û filiklora kurdan, ew dîrok û filiklora ku ji hêla me û gelên dinve jî dûrî guhdanê ye.
Mamoste Ebdilbarî Xelef endamê Subarto li ser pêwistiya danasîna gelê Kurd bi dîrok û kevneçanda wî tekez kir, ji me re da xuyan ku endam mamoste û pisporên dîroka Kurdî ne û hinek rewşenbîrên ku karînên wan girêdayî filiklor û dîrokê ne, berpirsyarî derbarê dîroka wan ew dehf dane ku beşdariyê di vê komeleyê de bikinwek pisporine girêdayî filiklor û dîroka kurdî û mirovî ji bo bi rola xwe rabin.
Mamoste Ebdilbarî Xelef da xuyan ku çalakiyên komeleyê ji damezirandinê ve curucur in, seyranên zanistî ji bo cihên şûnwar û peymayan, pêşengehên hunerî û fotografî yên ku çîroka xebata Kurdî diyar dikin û dîdar û hevpeyvîn bi navendên dn yên çandî re bi armanca çespandina hevkariyê ji bo xizmeta civaka kurdistanî, ji bilî vê jî lidarxistina gotar û pêşkêşkirina belgefilman li ser dîrok û cihdîrokên Kurdî.
Komeleya Subarto yek ji çarçewên saziyane yên civaka sivîl e, roleke giring di belavkirina bîrewerî û çandê de di nav kesên civaka kurdistanî de dilîze, da ku danasîn bi dîrok û kevnetora kurdî ya resen û kûr di dîrokê de armanca Subarto ya yekem be, ev rol armancên rêxistin û saziyên din berdewam dike ji bo hilgirtina berpirsyariyê derbarê kes û civaka me.
Rapor: Fansa Temo.
Wergerandin: Hekîm Ehmed.