Serokamarê Tirkiyê Ebdula Gul, duh 15/7/2014an qanûna bi navê “xurtkirina hevgirtina civakî û dawîkirina terorê pejirand û ji bo ku bê weşandin şande serokwezîrtiyê.
Qanûn ji bo ku teror dawî bibe û yekîtiya civakê xurt bibe bingeh û usûlên pêvajoya çareseriyê verast dike. Her weha xebatên ku hikûmet dê bike, di qanûnê de wiha hatin rêzkirin:
Ji bo ku teror dawî bibe û yekîtiya civakê xurt bibe di qada siyasî, hiquqî, civakî, aborî, derûnî, çandî, mafên mirovan, ewlekarî, çekberdan û mijarên bi van ve girêdayî de gavên bên avêtin dê diyar bibin.
Heke hewce bike bi kes û saziyên welêt û derveyî welêt re hevdîtin û xebat dê bên kirin. Ji bo ku ev xebat bimeşin mirov û sazî dê bên erkdarkirin.
Ji bo endamên rêxistinê yên ku dev ji çekê berdane û dê vegerin malê beşdarî jiyana civakî bibin, tevdîr dê bên hildan.
Her weha derbarê van xebat û verastkirinan de raya giştî dê bi agahiyên rast û bi lez ve bên agahdarkirin.
Wezîran biryarên pêvajoya çareseriyê yên ku hewce dikin dê ji hêla Lijneya Wezîran ve bên dayîn.
Musteşariya Ewlekariyê û Pergala Kamûyê dê koordînasyona van xebatan û xizmetên sekreteriyê bimeşîne.
Li gor qanûnê ew kesên ku ji bo van tiştan dixebitin ji bo van wezîfeyên xwe dê ji hêla huquqî, îdarî û cezayê ve berpirsyar nebin.
Jêder: Xendan