Duh roja çarşemê 16/07/2014an, Encûmenên taxan yên Hilêliyê, Xerbiyê û Kornîş yên ERGK li bajarê Qamişlo şahiyek li hola Rewabî lidar xistin bi beşdariya hejmarekê ji xelkên bajar.
Şahiyê bi demeke bêdeng li ser canên pakrewanan dest pê kir, paşê Aldar Xelîl endaê desteya cîbicîkar ya TevDemê gotinek pêşkêş kir, tê de bi hûrbînî rewşên niha û rewşa siyasî li Rojava şirove kir.
Aldar Xelîl şoreşa Tîrmehê li tevaya gelê Kurd pîroz kir û tekez kir ku pêkanîna şoreşekê ne tiştekî hêsan e, şoreş dîrokeke nûh dinivîse.
Nûnerê TevDemê li ser serkeftina armanca şoreşê ya parastin û ewlehiyê pêk hat û berdewam kir:ʺNîvê şevê tu dikarî ji Serê Kaniyê derkeve û here Dêrikê bi tena xwe ʺ.
Derbarê berxwedana Kobanê Aldar Xelîl da xuyan ku mêjiyê hinekan tehmûl nake ku YPG û gelê Kobanê karîbûn 13 rojan li ber êrîşên DAIŞê li ber xwe bidin û artêş li ber van êrîşan têk diçin, Xelîl got:ʺDibêjin ev yan şanoyeke yan rêkeftinek di navbera we û DAIŞê de heye, miletekî ku tev jin û zarokên xwe berxwe bidin wê serbikevinʺ di ciyekî din de li ser partiyên ENKSê dibêje:ʺWan desteya bilind xera kir, niha piştî me hikûmet ava kiriyê, dibêjin ka em vegerin modêla kevin, dîrok bi paş ve venagere, win bilezînin xwe bigihînin meʺ.
Aldar bi rexneyên tûj li hin partiyan kirin û got ku xiyanet pesindaneke hindike ji wan re û got: ʺDi hevdîtinan de ji me re tê gotin ku ev ezmûn çareya herî baş e ji tevaya Sûriyê reʺ.
Derbarê têkiliya bi Herêma Kurdistanê re Aldar Xelîl got:ʺMalikî ji me re got: Dema min sînor bi we re vekir, Hoşyar Zêbarî hat û go serokê herêmê ji te aciz bûye ji ber win danûstandinê bi dijminê me re dikinʺ berdewam dike li ser zimanê Malikî:ʺ Ez difikirîm ku win Kurd nêzîkî hev in, min nizanîbû win dijminê hev inʺ.
Herwiha Xelîl got:ʺ Rêjîma Beşar Elesed xwe girt, dibêjin bedîl tune ye û ana Amerîka bi dizî hevdîtinan dike ji bo mifawedatan bi rêjîmê re bikeʺ . Xelîl li dawiyê silavên civînê ji YPG û şehîdan re şandin.
Paşê liser awaza stiranên şoreşgerî dîlan li dar ketin.
Hêjayî gotinê ye ku şahîne din li cihine din ji bo vê bîranînê li dar ketin.