Bûyerpress
Çekdarên Rikberiya Sûrî, ji temamî taxa Berzê ya Şama Paytex vekêşan, da ku rê bidin Hêzên Hikûmeta Sûrî ku ji nû ve wê taxê bêxin jêr kontrola xwe.
Parêzgarê Şamê Beşîr Elseban di daxuyanieke xwe de ji bo Ajansa SANA a Sûrî ragihand ku, li gorî rêkeftina wan û rikberiyê, ev dawîtirîn kerwan bû ku ji taxê vekêşane, da ku ber bi deverên kontrola rikberiyê ve biçin.
Her wiha Elsedban da xuyakirin ku hejmara kerwanê vekêşayî 1012 kes in, ji wan 455 çekdar in.
Werger: Odeya Bûyer a Nûçeyan