Bûyerpress
Welatiyekî Rojhilatê Kurdistanê ku xwedî nasnameya Fînlandî ye, di zîndana Saziya Îstixbarata Îranê (Îtilaat) ya bajarê Kerecê de, jiyana xwe ji dest da.
Malpera Hengaw a taybet bi şopandina rewşa Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye ku, navê wî welatiyê Rojhilatê Kurdistanê Diyako Haşimî ye û daye xuyakirin, ku ew welatiyê Kurd di bin îşkenceya Îstixbarata Îranê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî wê malperê, Diyako Haşimî yê 24 salî bi sedema nexweşketina bavê wî ji Fînlandê vegeriyaye bajarê Kerecê û ji aliyê hêzên İstixbaratan ve hatiye girtin û roja Pêncşema derbasbûyî termê wî radestî malbata wî hatiye kirin.