Duh Duşemê Serokê Ferensayê Îmanowêl Makron di kongreyeke rojnamevanî de li gel hevberê xwe yê Rûsî Valdîmêr Pûtîn got ku “Ji Bo Me Hêleke Sor Li Sûryayê Heye…Bikaranîna Çekên Kîmawê Ji Kîjan Alî Ve Be, Em ê Yekser Bersivê Bidin”
Makron ji rojnamevanan re da xuyakirin ku pêşbenda sereke li cem wî tunekirina komên tundrew e, û di serî de rêxistina DA’İŞê .
Her wiha Makron got” Ji bilî karê me yê di çarçoveya hevpeymanê de, em dixwazin ku têkiliyên xwe li gel Rûsyayê xurt bikin
Amadekirin: Odeya Nûçeyan a Bûyer