Bûyerpress_Hawar
Girûpên girêdayî Artêşa Turkyê, gundê Dêwa topbaran kir, di encamê de agir bi zeviyên welatiyan ket û 4 hektar ji zeviyên genim şewitîn.
Ji hêla girên li beramberî gundê Dêwa yê girêdayî navçeya Cindirêsê, duh Duşemê gund hat topbarankirin. Di encamê de 4 hektar ji zeviyên genim şewîtin.
Şêniyên gund ji ber gulebarana wan hêzan, nikarîbûn agirê bi zeviyên wan ketî vemrînin.