Piştî temenê 90 salî li bajarê Cohansbêrgê li Başûrê Efrîqayê Nadîn Gordêmer koça dawiyê diçe, Nadîn Gordêmer romanivîs û çalakvaneke mafnas e, nivîskareke li dijî rêjîma cudakirina nijadperistî disekinî.
Weşanên Nadîn Gordêmer bêhtirî 30 pirtûkî ye, ji wan ʺKeça Bêrgerʺ ,ʺGelê Yolyoʺ û ʺÇîroka Kurê Minʺ, di sala 1974an de xelata ʺBokerʺ li ser romana xwe ʺÇalakvana Dorhêliyêʺ wergirtiye.
Gordêmer sala 1991 xelata Nobilê di toreyê de jî wergirt li ser romana ʺSûdeyeke Gewreʺ, Komîta xelata Nobilê di daxuyaniyekê de got ku xelat giha nivîsandinên Gordêmer ji ber ew ʺxwedî sûdeyeke mezin bûn ji bo mirvanʺ.