ʺDewleta Islamî li Sûriyê pêş dikeve û terazûyên hêzê diguherîneʺ navnîşana gotara Patrîk Kobêrn nûçegihanê rojnameya Endebendint ya Birîtanî ye.
Gotar balê dikşîne ser ku di dema ku cîhan mijûl e bi rewşa Xezeyê, Dewleta Islamî bi debabe û çekên giran ku ji Iraqê anîne, dest didîne ser navçene din ji Sûriyê.
Kobêrn dide xuyan ku vê Dewleta Islamî di rojên borî de dest daniye ser navçene nû li rpjhilatî Sûriyê, piraniya parêzgeha DêraZorê ya zengîn bi petrolê kete bin destê wê de û niha dixwaze mêlîşyayên Kurdî biperçiqîne.
Nûçegihanê birîtanî dibîne ku ev serkeftinên berdewam ên dewleta Islamî wê guhertinên mezin di Rojhilata Navîn de çêbikin.
Kobêrn tekez dike ku dewleta Islamî di du hefteyên borî de dixwaze cihekî Kurdan li bakurê Sûriyê bindest bixe, ew navçeya Kobanê ye, ya ku beriya niha dora nîv milyon kes penaberî wê derê bûn.
Kobêrn dibîne ku şûndevegera DAIŞê ya berî demekê ji navçeyên Sûrî mîna Idlib û Helebê tektîk bû ji bo vegereke xurt li bajarê DêraZorê û karkirina vegerê li Helebê.