Îro çarşemê rûniştinek vekirî li dadgeheke Siwêdê li dar dikeve ji bo biryar bê dan derbarê rawetandina belgeya girtina damezrênerê malpera Wekelexê ya belavkirina nûçeyên veşartî Colyan Asanj bi tawankirina zorkirina cinsî.
Asanj yê 43ê salî ditirse ku Swêdî wî radestî Amrîkayê bikin, li Amrîkayê jî dixwazin wî bi tawanbariya belavkirina belgeyên hikûmetê yên raz dadgeh bik.
Tîma parêzerên Asanj dibêje ku Idiaya Swêdî ev doz pir dirêj hiştiye, Ajansa Franspress ragihand ku Tomas Olson parêzerê Asanj got: ʺEm ji encama rûniştina dadgehê bawer in, em bawer in ku hincetên me xurt in û em ê dadgehê qayîl bikin ku belgeya girtinê rawestîneʺ.
Asanj dibîne ku piştî vê: ʺwê pirsgirêkeke mestir bimîne, ew jî Amrîka û daweya ku wê li dijî min pêk bîneʺ .