Bûyerpress-Diyarname
Hozan Siyabend ku ji Seraya Wanê bû roja 20’ê gulanê ji encama herikîna xwînê ya li mejiyî wefat kir.
Navê wî yê li nasnameyê Hesen Batu bû. Wî di salên 90’î de gelek stran çêkirin û gotin. Belê wî gelek stran çêkirin, gelek xwendin.
Albuma wî bi navê “Sonda Mirinê” derket lê li piyaseyê ji bilî vê gelek qeydên wî yên konseran hene. Hozan Siyabend li bakur, li Turkyê û Ewropayê di gelek şahiyên kurdan de derket ser dikê û stran gotin.
Vaye yek ji stranên wî:
Xewn û Xeyal
Hêsir ji te girîn ji min
Axîn ji te nalîn ji min
Şadî ji te elem ji min
(Jiyan ji te mirin ji min)
Esmerê esmerê esmerê can
Dilberê dilberê dilberê can
Baxçe ji te baxvan ez im
Avdan ji te şîn bûn ez im
Kulîlk ji te vebûn ez im
Gulçîn ji te gulfiroş ez im
Esmerê esmerê esmerê can
Dilberê dilberê dilberê can
Helbest ji te stran ji min
Awaz ji te tembûr ji min
Xêlî ji te xemil ji min
Mayîn ji te çûyîn ji min
Esmerê esmerê esmerê can
Dilberê dilberê dilberê can
Şêrîn ji te Ferhat ez im
Zînê ji te Memê ez im
Xelat ji te Sîpan ez im
Xecê ji te Siyabend ez im
Esmerê esmerê esmerê can
Dilberê dilberê dilberê can