Bûyerpress
Rêvebiriya Serokê Emerîkayê Donald Tramp, dixwaze “Helmeteke Qirkirinê” li dij tundrewên(Cîhadî) Sûrî û Iraqê pêk bîne, ew jî li gorî ku Wezîrê Berevaniya Emerîkî Cîmis Matîs roja înê ji rojnamevanan re da xuyakirin.
Matîs li navenda Wezareta Berevaniya Emerîkî roja înê di kongireyeke rojnamevanî de da zanîn ku revebiriya Tramp dixwaze Helmeteke Qirkirinê li dij tundrewên Sûrî û Iraqê pêk bîne, da ku rê li ber metirsiya şervanên biyanî yên ku vedigerin welatên xwe , bê girtin. Ev jî tê wê wateyê ku divê hêzên Hevpeymanê baregehên Da’işê dorpêç bikin, da ku rêya revê li ber wan bê girtin.