Bûyerpress-Dengê Emerîka
Di roja yekê ji seredana şanda Emerîkî bi serokatiya Donald Trump bo Erebistana Se’ûdî, peymanên hevkarîya leşkerî hatin îmzekirin, li gor peymana nû dê Erebistana Se’ûdî buhayê 110 Mîliyar dolar çekan ji Emerîkayê bikire.
Li gor daxweyaniya Wezareta Derve ya Emerîka, peyman, hevkariya leşkerî û xizmetên leşkerî, dê ewlekarîya Eredistana Se’ûdî û welatên kendavê ji bo demeke dirêj ji gefên Îranê biparêze.
Li gor peymana leşkerî ku, Erebistiana Se’ûdî dê çekê ji Amerîka bikire, ev peyman û hevkarîya nû dê di pênc waran de be, ji wana: ewlekarîya sînoran, şerê li dij terorê, ewlekarîya deryayî û peravan, pêşxistina hêzên esmanî û berevaniya esmanî û rokêtan.
Ev seredana yekê ya serok Trump ji bo derveyî welat e, , ew ê du rojan li Erebistana Se’ûdî bimîne û gelek peymanên din di warê abûrî, teknolojî û leşkerî de îmze bikin.
Piştî peymana leşkerî di navbera serok Trump û şahê Erebistana Se’ûdî şah Selman de hat îmzekirin, wezîrên derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevpîşeyê wî yê Se’ûdî Adel bin Ahmed Al-Jubeir, di prêskonferansekê de amdae bûn, heta amadekirina vê nivîsê prêskonferans ya berdewam bû, herdu wezîran bersiva pirsên rojnamevanan dida.