Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di dema serdana Konsolosê Amerîkayê yê Edenê John L. Espinoza de diyar kir ku bêdengiya cîhanê ya li pêşberî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî herêmên Kurdan gelê Kurd aciz dike û got: ‘Çûn û hatina DAIŞ’ê ji sînor û helwesta dewletê ya çavê xwe ji DAIŞ’ê re digire, dibin sedem ku Kurd di mijara pêvajoya aştiyê de biguman bin.’
Konsolosê Amerîkî yê Edeneyê John L. Espiroza bi Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Ahmet Turk diyar kir ku rewşa li Rojhilata Navîn her kesî eleqedar dike û wiha axifî: ‘Êrîşên demên dawî yên DAIŞ’ê li hemberî herêmên Kurdan ji aliyê gelê Kurd ve bi baldarî tên şopandin. Kurd bi awayekî ciddî ji bêdengiya cîhanê ya li hemberî van êrîşên bêrehm, nerazî ne. Ji ber ku em dizanin serdestiya hêzên li derveyî demokrasiyê ne tenê gelê Kurd wê zerarê bide tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Bêguman hevsengiyên cîhanê hene. Bendewariya her mirovan e ku ev hevsengî ji bo gelan li dijî zilmê bên bikaranîn. Hêvîdarim ku wê demokrasî li ser vê xakê serdest bibe.’
Turk ragehand ku li Tirkiyê pêvajoyeke gelekî girîng heye û wiha pêde çû: ‘Aştiyek heye. Û em dibînin ku gavên girîng tên avêtin. Bêguman dema li vê derê pêvajoyeke aştiyê tê meşandin; çûn û hatina DAIŞ’ê ji sînor û helwesta dewletê ya çavê xwe li DAIŞ’ê digire, dibin sedem ku Kurd di mijara pêvajoya aştiyê de biguman bin.’ Turk herî dawî êrîşa duh êvarê ya li ser xwarina fitarê ya Diyarbekirê, ku Konsolosê Amerîkayê yê Edene jî lê amade bû, nirxand û destnîşan kir ku ew ji ber vê bûyerê xemgîn in.
John L. Espiorza jî diyar kir ku ew yekemcar e tê Mêrdînê û got: ‘Kêfxweş im ku hatime Mêrdînê. Her kes dibêje Merdîn gelekî bedew e, cihekî gelekî dîrokî ye, cihekî gelekî girîng e. Û bi rastî jî li vê herêmê pêşketinên girîng rû didin. Ez berî du salan hatim Tirkiyê. Hewl didim serdana herêmê bikim. Weke ku tê zanîn Amerîka destekek mezin dide vê pêvajoya aştiyê. Em dixwazin ev pêvajo serketî be. Bêguman ev herêm bi hin zor û zehmetiyan re rû bi rû ey. Herwiha heta ji destê me tê em hewl didin ji penaberên ji Sûriyê re bibin alîkar. Tirkiye ji bo me gelekî girîng e. Di wê baweriyê de me ku em jî ji bo Tirkiyeyê girîng in. Heta ji destê min were ezê hewl bidim têkiliya bi Mêrdînêe û gelê Tirkiyeyê re xurt bikim.
Jêder: BasNews