Taybet-Bûyerpress
Tîma Cîhad a werzîşê, îro Sêşemê li hember tîma Elerebî ya Siwêda lîstikeke çarenûsî dilîze, ew jî di çarçoveya kombûna dawî ya vehildana ji bo gera pêşî.
Lîstik xwedî girîngiyeke mezin e ji bo Cîhad, ji ber divê serkedtinê bi dest bêxe da ku were vehildan ji bo lîga pêşî ya Sûrî.
Tîma Cîhad 9 pileyên xwe hene, berevajî wê tîma Elerebî jî heman pile hene(Anku 9 pile) lê belê eger lîstik bi wekhevî biqede, dê Tîma Elerebî were vehildan, ji ber ku golên wê ji yên Cîhad zêdetir in.
Der bare vê lîstikê, endamê Rêvebiriya Tîma Cîhad Macid Zubêr di daxuyaniyeke xwe de ji Bûyer re got” Tîm amade ye, çi birîn û astengî nîn in, bilî golarê tîmê Îmad Îsa, dibe ku ji ber sedemên tenduristî amad nebe.Lê em ji berdêlê wî Golar Xelef Hecî gelekî bawer in”
Zubêr tekez kir ku moralên lîstikvanan bilind in, û hemîya biryara serkestinê daye”
Aniha lîstik li dar e, ta nivîsîna vê raporê jî hîn 0-0 e
Ne tenê tîm û rêvebiriya xwe, lê belê cemawer û hezkerên Cîhad jî wekî lîstikvanê 12’an di vê lîstikê de şopîner in.
Amadekirin û Sernivîseratî: Odeya Bûyer a Nûçeyan