Li bajarê Cinêvê yê Siwêsrî, îro Sêşemê Kongireyê Cinêva 6’an dest pê dike, ew jî bi beşdarbûna hemî aliyên şer ên li Sûryê.
Civîna di navbera Şanderê taybet ê NY ji bo Sûryayê Sitîvan Dê Mistûra li gel taximê xwe, bi şanda rêjîma Sûrî ya bi serokatiya Beşar El-Caferî, îro sibehê dest pê kir.
Pêşbîn e ku “Dê Mistûra” li gel şandeya rikberiyê jî îro li Cinêvê bicive.
Roja Duşemê, Serokê Şandeya Rikberiyê Nesir Herîrî, hêviya xwe anî zimên ku Neteweyên Yekbûyî vê carê çareseriyeke siyasî peyda bikin.