Bûyerpress-Dengê Emerîka
Piştî hefteyekê ji fermana Serokê Emerîkayê Donald Trump a ji bo biçekirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ew û Serokomarê Turkyê Receb Teyîb Erdogan, duh Sêşemê li Koçka Sipî civiyan.
Civîna Trump û Erdogan 20 xulekan dom kir.
Trump berî civînê diyar kir ku ew ê “hevdîtineke zor û dirêj” pêk bînin.
“Peywendiya me baş e û em ê bînin asteke rindtir. Ji ber wê, em ê nîqaşên kûr û giran bikin” Trump got.
Emerîka dîyar dike ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, hêza herî xurt YPG ye, lê Turkye dibêje ku peywendiyên wê bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re hene û wê wek rêxistineke terorîst dibîne.
Erdogan ser biçekirina Emerîka dabû zanîn ku ew ê zerar bigîne peywendiyên Enqere û Waşintonê.
Serokomarê Turk, di daxuyaniya hevpar a bi Trump re careke din fikarên xwe anîn ziman û diyar kir ku Turkya bi tu awayî naxwaze Emerîka li dijî DAIŞ’ê bi YPG’ê re hevkariyê bike.
Serok Trump, di axaftina xwe ya kin de YPG bi nav nekir û da zanîn ku Emerîka di têkoşîna dijî rêxistinên wek DAIŞ û PKK’ê de piştgiriya Turkyê dike.
Ji alîyê din ve, wexta Erdogan dihat Qesra Sipî, alîgirên Erdogan û komeke Kurdan hatin hemberî hevdu. Her du kom, ji alîyê polîsan ve ji hev hatin dûr xistin.
Li pêş rezîdansa balyozxaneya Tirkîyê jî protestoya Kurdan dom kir. Nûçegihanê Dengê Amerîka ragihand ku êrîşî xwepêşandana Kurdan kirine ku 3 kes birîndar bûne û êrîşvanek jî hatîye desteser kirin.