Taybet-Bûyerpress
Birek ji nivîskar û helebestvanan duh Duşemê ahengek bi hilkefta 85’emîn salvergera derçûna yekem hejmar ji Kovara Hawarê li dar xist, ew jî li mala helbestvan Ceger Xwîn li bajarê Qamişlo.
Di ahengê de nivîskar Konê Reş li ser girîngiya Kovara Hawarê ku Mîr Celadet di sala 1932’yan de damezrandibû axivî, û rola di geşkirina zimanê Kurdî bi tîpên Latînî anî zimên.
Paşê her yek ji nivîkar Derwêş Xalib û neviyê Ceger Xwîn Kesra Ceger Xwîn axaftin kir, tevlî çend xwendina çend helbestan ku ji aliyê “Can Ibrahîm-Lorîn Ibrahîm-Gulal Kasanî-Salihê Heydo” ve hatin xwendin.
Aheng bi beşeke sitranbêjiyê ji aliyê Hunermend Beha Şêxo ve bi dawî hat.
Amadekirin û Sernivîseratî: Odeya Bûyer a Nûçeyan