Taybet-Bûyerpress
Duh Duşemê 2017.5.15, Komîteya Nefel a Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûryê, bi hilkefta Cejna Zimanê Kurdî ahengek li dar xist, ew jî li navenda wan a li taxa Meyslûn li bajarê Qamişlo.
Hekîm Ehmed Endamê Komîteya Rêvebir a SFPZKS ji Bûyerpress re got”Her sal wekî îor ev çalakî li dar e, ji ber li bîra me be ku ziman roleke xwe heye di her hebûnekê de”
Di çarçoveya şahiyê de, bawernameyên asta yekê ya zimanê Kurdî li çend xwendekaran hat belavkirin.
Endamê Komîteya Rêvebir Noşîn Bêcirmanî jî di axaftineke xwe de ji Bûyer re pîrozbahiyên vê rojê li tevan kir û got ku “Metirsî li ser zimanê Kurdî nemaye, û her ev ziman dê pêşketinê de berdewam be”