Taybet-Bûyerpress
Bi hilkefta Cejna Zimanê Kurdî, rêxistina Amûdê ya Partîya Demqrata Kurd li Sûryê (Partî) duh Duşemê semînarek li jêr navnîşana” Zimanê Me Nanameya Hebûna Me Ye” li dar xist, ew jî li Navenda Kemal Derwêş a Rewşenbîrî li Amûdê ku ji aliyê lêkolîner Arşek Baravî ve hat dayîn.
Baravî di semînarê de li ser dîroka zimanê Kurdî , qonaxên pêşveçûna wê, kelem û astengiyên ku zimanê Kurdî di dirêjahiya dîrokê de rast lê hatiye, her wiha di barê zaraveyên Kurdî de jî, axivî.
Di dawiyê de Baravî ev roj li xwe û gel pîroz kir û giringiya hînbûna Kurdî anî zimên.
Hêjayî gotinê ye ku ev roj li tevahî bajar û bajarokên Rojava bi çalakiyên cihêreng har pîrozkirin.
Amadekirin û Sernivîseratî: Odeya Bûyer a Nûçeyan