Rayedarekî Wezareta Derve ya Emerîkî duh Duşemê, got ku Emerîka nîşan û delîl li cemê hene ku rêjîma Sûrî agirgehek ji bo termên miriyan li cem zindaneke leşkerî deveyî paytextê dadaye.
Sityotart Conz ku Serkarê Kar û Barên Alîkarê Wezîrê Derve Ji Bo Rojhilata Binî ye, got ku karbidestên Emerîkî bawer dikin ku agirgeh hatiye bikaranîn ji bo veşartina termên girtiyên di Zindana Sêdnaya de, ji ber Hikûmeta Esed gelek caran operasyonên komkujiyê der heqê gelek girtiyan de pêk aniye.
Conz ji rojnamevanan re ragihand ku”Jêderên pêbawer bawer dikir ku term bi rêya gornên komî hatine veşartin” û wêneyên asîmanî jî hatin pêşandan ku agirgeh jê dixuya.