Taybet-Bûyerpress
Îro Duşemê 2017.5.15 li bajarê Dirbêsiyê û bi hilkefta Cejna Zimanê Kurdî ,Komîteya Rewşen a Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûryê, semînarek li navenda Isamyîl Omer a Partiya Yekîtıya Demoqret a Kurd li Sûrye li dar xist .
Semînar li jêr navê “Derçûna kovara Hawar û Pêvajoya Zimanê Kurdî” ji aliyê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrya Dîlawer Zengî ve hat dayîn, tê de behsa dîroka kovara Hawarê, keda Mîr Celadet Bedirxan û amadekirina Abeya kurdî ya bi tîpên latînî kir.
Her wiha Zengî bal kişand ser rola ronakbîrên Kurd di wê demê de, mîna Apo Osman SebrÎ , Dr.Nûredîn Zaza, Qedrî Can û çendên din…
Der barê kar û rola hevjîna Mîr Celadet Rewşen Xan, Zengî bi hûrgilî rola wê anî zimên.
Bi bersivdayîna pirsên beşdaran, semînar bi dawî hat.