Taybet-Bûyerpress
Bi hilkefta Cejna Zimanê Kurdî, îro Duşemê 15.5. 2017 Peymangeha Şehîda.Viyan Amara li rojhilatê Qamişlo, pêşangeheke kel û pelên kultûra Kurdî li dar xist.
Pêşangeh bi amadebûna Hevserokê Desteya Çand û Hûnerê li Kantona Cizîrê Elyas Sîdo, şandeya Desteya Perwerdeyê li Kantona Cizîrê,Hevserokê Rêvebiriya Giştî ya Erka Xwepararstinê Malik İbrahîm, Berdevkê Saziya Zimanê Kurdî Ferhad Mûsa, nûnerên gelek saziyên sivîl,mamoste û xwendekarên peymangehê hat vekirin.
Destpêkê bi navê peymangehê daxuyaniyek bi hilkefta Cejna Zimên hat xwendin, tê de giringiya zimên hat destnîşankirin, ev jî kurteyek e ji naveroka daxuyaniyê:
“Em vê cejnê di serî de li dayikên kurd ên ku bi riya çîrok û serpêhatiyan de zimanê me parastin , li hemî wêjevan û zimanzanên kurd , li hemî parastvanên xakê “YPG, YPJ ” , li şehîdên şoreşa azadiyê , li mamosteyên ku ev ziman gihandine vê qonaxa bilind û li tevahî gelê kurd pîroz dikin ”
Der barê mebest û awayê vekirina pêşangehê, Rêvebirê Peymangeha Ş.Viyan Amar M.Izedîn Mehemed, wiha got “Mebesta me ji lidarxistina vê pêşangehê, zindîkirina kultûrê Kurdî ye, û li ser vê rojê dikarim bêjim ku xewna Mîr Celadet û kedkarên zimanê Kurdî êdî bi awaeyekî berbiçav bi cih dibe”
Her wiha M.Izedîn da zanîn ku bi tevlîbûn û alîkariya hemî mamoste û xwendekarên peymangehê ev pêşangeh hat vekirin.
Pêşnageha ku cencere,mîrkut,destar,cil û bergên kurdî û gelek tiştên lê hebûn, wekî kevneşopiyeke Kurdan cerê pere û şekiran jî tê de hat şikandin.
Hevserokê Desteya Çandê Elyas Sîdo rewşa ziman li heremê di dema dawî nirxand û wiha got” Ji me re xewnek bû ku em bi zimanê xwe biaxivin, li wekî xuya ye di vê dema dawî de zimanê me li hemî sazî, dibistan û desteyan li kar e”
Berdevekê Saziya Zimanê Kurdî ya Şaxê Qamişlo Ferhad Mûsa ev cejin li tevahî Kurdan pîroz kir û li ser giringiya vê rojê got ku” Ziman jiyan, dîrok, çand û bîra miletan e, ziman hîmê bingehîn ê civakê ye. Tevlî pilanên dijminan ku dikirin vî zimanê bidin pişaftin, lê bi saya keda dayîkan zimanê me mayînde ma, û em wekî SZK’ê me barê vejandin û perwerdekirina vî zimanî girtiye ser milên xwe”
Pêşwazîkirin mêvanan û çalakiyên pêşangehê dê hetanî demjimêr 2 bidome.
Amadekirin û Sernivîseratî:Odeya Nûçeyan a Bûyer