Girûpek ji şervanên biyanî yên li nêv refên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê, îro li qada Şehîdên Navneteweyî li bajarê Qamişlo, bi daxuyaniyekê girtina hevalên xwe li Herêma Kurdistanê pirotesto kir.
Ev jî naveroka daxuyaniyê ye:
DAIŞ rêxistineke terorîst ya cîhanî ye. Şoreşa demokratîk a Rojava bi hêzên xwe yên YPG û YPJ ve kariye pişta vê terora cîhanî ku beriya Kobanê li cihekî bin neketibû, bişkîne. Bi Kobanê me fêm kir ku têkbirina vê terorê tenê bi rêya berxwedanê pêkan e. Li hember vê terora cîhanî, weke şervanên enternasyonal ji welatên cuda, me baweriya xwe bi Şoreşa Rojava aniye û piştre em tevlî vê têkoşînê bûne.
Ji ber Rojava ji bakur ji aliyê Tirkiyê û ji başûrê xwe ve ji aliyê DAIŞ’ê di dorpêçê de bû, tenê rêyeke me hebû ku em xwe bigihînin Rojava, sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ku di kontrola KDP’ê de ye. Tevî hemû astengiyên ku KDP derxistine jî, bi sedan ji me beşdarê têkoşînê bûne. Eger KDP evqas zehmetî çênekiriaba, dibe ku bi hezaran ji me hatibana. Mînakek ji vê heftiyek beriya niha qewimî, ev heftiyeke ku ti agahiyê me di derbarê 6 hevalên me yê enternasyonal tune ye. Em tenê dizanin ku ew ji aliyê KDP ve hatine girtin, lê em nizani ka di çi rewşekî de tên xwedî kirin. Em heta nizanin gelo ew zindî ne yan na.
Em di vê baweiyê de ne ku kiryarên wiha ne tenê Şoreşa Rojava hedef digirin belku ziraraê digîjînin têkoşîna demokratîk ya gelan û aramiya cîhanê, di heman demê de KDP dixe di xizmeta terora cîhanî ya DAIŞ’ê.
Em saziyên şoreşger, hêzên demokratîk û pêşverû û hemû kesên ku piştevaniya têkoşîna dijî DAIŞ’ê dikin, vedixwînin ku li hember hewldanên KDP ku dixwaze pêşketina demokrasiyê li Rojava bifetisînê, bê deng nemînin.
Hemû dinya divê bizane ku hêzekî paşverû weke KDP dixwaze hemû nirxên demokratîk ku bi Şoreşa Rojava pêşketine û têkoşîna YPG/YPJ li hember terorîsmê, reş bike. Li hember vê paşverûtiyê, em bang li hemû şorşgerên enternasyonal dikin werin Rojava û piştevaniya şoreşê bikin.
Navê şervanên enternasyonal ku hatine girtin:
Callun Ross
Ozkan Ozdil
Fernando Grassa
Justin Schnepp
Damien Rodriguez
Anthony Delgatto
Bikeve terora cîhanî ya DAIŞ
Bijî Şoreşa Rojava
Bijî berxwedana enternasyonalîzm
Bijî YPG û YPJ
2017.5.15