Îro yekşemê 14’ê Gulanê, li Hola Îvan a li bajarê Dirbêsiyê, Meclisa Gel a Iyaleta Dirbêsiyê bi hevkariya li gel kongireya star, komcivînek li dar xist, ew jî bi armanca nirxandin û zelalkirina rewşa siyasî, nemaze piştî êrîşên li ser Şengal û Qereçoxê.
Kkomcivîna ku endamên sazî û komînan lê beşdar bûbûn, bi xuleyeke bêdeng li ser giyanê pekrewanan dest pê bû. Piştre endama Kordînasiyona Kongreya Star Esma Rojava li ser sedemên ku hişt dewleta Turk êrîşî başûr û rojavayê kurdistanê bike, kir.
Her wiha bal kişand ser serkeftinên ku hêza HSD’ê li eniyên şer pêk tine.
Navbûrî di berdewamiya gotina xwe de behsa têkilî û peywendiyên HSD’ê bi zirhêzên cîhanî re kir, mîna DYA û Rûsiya , her wiha têkiliya di navbera dewleta Turk û DYA di heyama destêwerdana dewleta Turk li ser bakurê Sûryê.
Amedebûyên komcivînê pirs kirin gelo rizgarkirina bajarokê Tebga ji bo me destkeft e?
Ji aliyê xwe ve Esma Rojava bersiv da û got “Hebûna Bendava Ferat û xaknîgariya bajarokê Tebga dihêle ku bibe cihekî istratecîk ji bo hêza HSD’ê”
Di dawiya komcivînê de Hevserokê Meclisa Iyaleta Dirbêsiyê Mihemed Xelef spasiya beşdaran kir, û komcivîn bi dawî kir.
Amadekirin:Odeya Nûçeyan a Bûyer