Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî, îro Duşemê ji hêzên Pêşmerge xwest ku nehêlin komikên Heşid Elşabî derbasî heremên Êzîdiyan ên girêdayî Şengalê bibin.
Ji vê yekê îro Berzanî civîneke awarte bi hêzên Pêşmerge re li Şengalê li dar xist.
Fermandarekî pêşmergeyan der barê vê yekê zelal kir ku Berzanî tekezî li ser nehêlana derbasbûna Heşid Elşabî ji bo heremên Êzîdiyan kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku komikên Elheşid her du heremên Tel Elbenat û Tel Elqeseb ên Êzîdiyan dorpêç kirine.