Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî ve hat belavkirin, tê de hat ku Endamê Desteya Rêvebir a Yekîtiyê Berzan Hisên ji aliyê Asayîşê ve hatiye girtin û doza serbestberdana wî hat kirin.
Ev jî kurtyek e ji naveroka daxuyaniyê :
“Di demekê de ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî li roja 10’ê Gulanê daxuyaniyek derxist, ku tê de amadekariya xwe ji bo navbeynkariyekê di navbera aliyên siyasî de anî zimên, di roja 15’ê Gulanê de Endamê Desteya wê ya Rêvebir Berzan Hisên derdora demjimêr 12’ê sibehê ji aliyê Asayîşa Rêveberiya Xweser ve hat girtin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev kiryar hat protestokirin û doz ji bo serbestberdana Berzan Hisên hat kirin, û car dî Yekîtiyê li ser yekrêziya refên Kurdan tekez kir.