Ji bêyî ku em çi dirûşim û siloganên beloq binivîsin, helbet rola jinê di jiyan û civakê de girîng û berbiçav e.Tu zayend ji bȇ ya din nabe, berevajî vȇ yekȇ her du, ȇk û din tekûz û temam dikin.
Ji bilî cudahiyȇn gewd û fîzîkî, bȇ guman di stûbarî û erkdaiyȇn jiyanȇ de her timî giraniya karȇ jinan li hember ȇ mȇran wekhev û hevseng e, eger di cînan de erkȇ jinȇ ne girantir be.
Xweş tȇ dîtin ku jin maka jiyanȇ ye, fȇrker û dibistana her curerengȇ rȇzik û rȇbazan e.
Ez divȇm li ser rewşa jina Kurd di dema heyî û çûyî de, û lîstina rȇxistinȇn konevanî li ser pȇla hestan biaxivim.
– “Jin wiha. Jin wilȇ . Bi vî rengî hatiye pȇlȇkirin. Ji hizir û bîrȇn xwe ve hatiye pûçkirin” !.
Ez benî , bȇhna xwe bîstekȇ vede, tu ȇdî hew di gola nezan û belengazan de avjenîyȇ dikî. Mirovȇ deng bike dȇ bibȇje ku jina Kurd ji roja xwe ve li nȇv hov û hirçȇn dirinde jiyan dike, mixabin beloqbûn û xwehetikandina eşkere ji aliyȇ rȇxistinȇn me ve her di gera berdewamiyȇ de ne. وz benî ç
Ger em bi lȇgerîneke zanistî û dîrokî li jiyana jina Kurd bikolin û bi çavȇn rastiyȇ binirxînin, helbet dȇ xweş diyar bibe ku jina Kurd di hemî serdeman de ne kȇmtir ji mȇr serwerî û pȇşengtiya serdemȇ ta astekê kiriye û pȇ re dȇ angaştȇn van mafnasȇn pispor vala derkevin.
Ji xwe me Kurdan qet jiyan, bûyer û bûyînȇn xwe tomar nekirine, lȇ di berhemȇn dîrokî yȇn cînar û rojhilatnasan de baş li ser jina Kurd hatiye axaftin û gelek rastî hatine belgekirin.
Di pirtûka gernasȇ Turk Ewlîya Çelebî de rastiyek tȇ holȇ ku di serdema Osmaniyan de jina Kurd a bi navȇ Xanzade Sultan mîrîtiya heremȇn Herîr û Soran dikir û bi çelengî hukmȇ xwe dewam kir.
Her wiha Qere Fatime Xanim bi Siwara Efsanewî li nȇv bîyaniyan dihat binavkirin, ev jî siwar û serwera Kurd e,ku di Şerȇ Qermȇ de pȇşengtiya 40 hezar şervanȇn Kurd dikir û di şerȇ xwe de gelek pȇlewan û fȇris bû.
Li qada sîyasî jî jina Kurd bi xurtî xwe raberî cîhanȇ daye û navȇ xwe di bîrdanka konevanî de nemir hȇlaye. Jina bi navȇ Edle Xanim demeke xweş rȇvebertîya Herȇma Erdelanȇ kiriye û gelek caran li dij Osmaniyan serî hildaye.
Leyla Zana bi cesaret û zanebûna xwe û bi palpiştiya gel digihe perlementoya Turkiyȇ û bi (Şaha Kurdistanȇ) tȇ binavkirin.
Sefîye Xatûn jî mîrzadeya Kurd e . Mîrîtiya Minbicȇ dikir û di dema xwe de nav û xebatên wȇ li her deverȇ li kar bûn.
Di warȇn mîrîtî, rȇveberî û pȇşengtiyȇ de bi dehan jinȇn Kurd di van her çend sedsalȇn borî de roleke girîng lîstine, belgeyȇn Osmaniyan ȇn bi navȇ( Qanûname) û gelek berhemȇn gernas û dîrokzanan vȇ yekȇ tekez dikin.
Bȇ guman eger ji alîyȇ zayenda mȇr ve pejirandinek nebûya, tu caran ev serweriya jinȇ ne pȇkan bû.
Der barȇ huner û mozîkȇ de jî, ez bawer im çi gava li ser kultor û hunera Kurdan tȇ axaftin, di cî de Meryem Xan, Eyşe Şan, Sînem Bedirxan û Sûska Simo tȇn bîra mirov.
Ne tenȇ wiha, lȇ belȇ rengȇ jinȇ di hemî curesitranȇn Kurdî û di wȇjeya gelȇrî de li pȇş e.
Her timî jina Kurd di lawik û goraniyȇn Kurdî de helbestvan, cebeng û axȇver e. Gelek mînak di vî barî de hene, wekî: Hefsedȇ (Edûlȇ) hevjîn û dotmama Gȇnc Xelîl, Binefşȇ yara Cembelî, Fatima dotmama Elo, Xatȇ dayîka Silȇmanȇ Mistȇ, Goza dayîka Emo û hwd…
Di warȇn rewşenbîrî de jî tȇ xuyakirin ku bi sedsala 20’an re hestȇn neteweyî li bal Kurdan pȇşdetir dibin û ȇdî nivîskarȇn kurdînivîs çȇdibin, di heman demȇ de jina Kurd jî pȇnûsa xwe hildigire û kirasȇ olî û nezanîyȇ diçirîne û hizra xwe di rȇya xamȇ re bi Kurdîyeke resen belav dike.
Ji wan jinan dayîk û Mamosteya zimȇn Misrî Xan ku di dibistanȇn Komara Mehabadȇ de fȇrkirin û berhem didan. Her wiha Rewşen Xan û Dȇya Ciwan jî rengekî nazdar û balkȇş li tûrikê wȇjeya Kurdî bar kirine.
Tu caran ol û bawerîyȇn Kurdan ȇn dȇrîn û kevn, çi binpȇkirin der mafȇ jinȇ nekirine, lȇ ji ber wekheviya di navbera her du zayendan de ,ev mijar nebûye cihȇ gengeşeyȇ.
Helbet baş tȇ zanîn jî ku xwedawendȇn Kurdan her ji rȇgeza jinȇ bûn û di warȇ efsaneyî de jî jina Kurd cihekî pîroz girtiye û Şahmaranȇ mînakeke diyar e.
Di warȇn jiyanî û malbatî de her û her jina kurd rȇveber û serdesta zar û mala xwe ye ,wekî hevjînȇ xwe dibe ku kar û peywirȇn wȇ ji derveyî malȇ hebin û ev yek xweş xuya ye li nȇv me ji kevin ve.
Divȇ em ji bîr nekin ku aboriya malȇ ji hemî aliyan ve di destȇn xanima malȇ de ye.
Ji milȇ xwendin û rȇdana wȇ ji aliyȇ malbatȇ ve, car dî çawa law di zanîngeh û fakulteyan re derbas dibe, keç jî bi serbestî xwendina xwe ta astȇn herî bilind dewam dike.
Ne tenȇ jin, lȇ belȇ miletȇ Kurd bi giştî di dirȇjahiya dîrokȇ de mafȇ wî hatiye xwarin û rast li dagîrkeriyeke bȇhempa hatiye.
Civaka Kurdî sîyaset jiyan nekiriye û ji vȇ yekȇ her di kirasȇ xwe yê kevnar de li paş maye û çi destkeftȇn berbiçav bi dest neȇxistiyeو, ev yek dibe sedema qelsîya xwerêvebirin û biryardayînê li bal Kurdan. Anku di vê yekê de jin û mêr hevpar in.
Car dî tekez dikim, ku çi beşên jiyanê yên heyî û di kîjan serdemê de bin jî, jina Kurd bi xurtî beşdarî lê kiriye.
Ev rastiyên jorîn tu caran nabin rêbend û sitargeh ji nîr û kevneşopiyên ol û êlî re, bi sedema ol û têkiliya bi neteweyên din re, êdî Kurdan jî hin rêzikên nû li jiyana xwe bar kirine.
Bi vê yekê jina Kurd di hin rewş û deman de lê hatiye nihartin wekî amûreke zayînê bi tenê, her wiha barhilgira namûsê jî.
Lê car dî eger em danberheviyekê di navbera Kurd û cîranên wan de çêkin, dê baş zelal be ku jina Kurd di çend salên dawî de bi serbestî, wêrekî û xurtîya xwe li cîhanê temamî ragihand, ev jî dibe palpişt ji wê yekê re ku ev jina serwer saman û mîratekî xwe yî xurt û kevnar li nêv civakê heye.ê nîr û kevneşopîya hin bend
Bila hew mêrxasên konevan xwe bikin felatkarên vê jina lehengوjina lehengö, ji ber dîrok û boriya jina Kurd cihê wê yî girîng li nêv Kurdan piştrast dike.
Dibe ku partî ji ber mebest û armancên tevlîkirina endaman li nêv refên xwe hin dirûşmên rêzder bavêjin, lê nabe ku mijareke girîng bi temamî ji çarçoveya rastîyê were derkirin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 58’an de de hatiye weşandin