Îhsan BÎRGUL
Mîrê min!
Ez gelekî bextewar û şanaz im ku vê nameyê ne bi zimanekî biyanî ji te re dinivîsim. Ez vê nameyê bi kurmanciyeke gundî, bajarî, edebî û polîtîk dinivîsim. Yanî bi zimanê koçerên Qerejdaxê, bi zimanê şivan û gavanên Serhedê, bi zimanê wêjevanê mişextî û zimanê ehlê siyasetê. Welhasil bi kurmanciya te..
Belê Mîrê min!
Ev name ne ji bo xatirpirsînê ye. Ev name, nameya gilî û gazincan e. Gilî û gazincên neviyên te. Ew neviyên ku te ji wan re “bilûra xwe” û “Hewar”ek hîşt…Ew neviyên ku te ji bo wan xencera xwe da xeyidandin. Û pênûs kire şûna xencerê ku ji bo XWE binasin û XWE bizanibin…
Belê Mîrê min!
Ez werim gilî û gazinca xwe. Wekî tu dizanî du roj şûnde Cejna Zimanê Kurdî ye. Ew cejna ku te û mamosteyên din ji me re diyarî hişt. Mixabin gelek neviyên te yê dîsa tenê wê rojê kurdî bîra xwe bînin. Roja dîtir dîsa her kesê were forma xwe ya berê. Ecêbeke din jî heye gelek neviyên te vê cejnê bi zimanê dagirkeran pîroz dikin. Nemaze jinên “polîtîk”…
Helbet yên pênûsa te li erdê nehîştin hene lê belê kêm in. Hetta carna marjînal tên hesibandin.
Bibore Mîrê min!
Ez zanim min serê te êşand. Lê belê tu jî dizanî divê ew pênûsa te ye xencer bi te da xeyidandin li erdê nema û bilûra bêdeng…Ji bo vê min xwest ez giliya neviyan li te bikim dibe ku ji te şerm bikin…
Heta nameyeke din wan destên te ye ji bo “qedera” me av ji bîrê dikişandin radimûsim…
Jêder:Diyarname