Li gorî lêkolînekê ku rojnameya Dêlî Mêl a Birîtanî belav kir, xwendevanên pirtûkan gelek hêmin û dilovan in.
Tîma lêkolînê destnîşan kir ku kesên pirtûkan dixwînin, tiştan bi çavên xeynî xwe dinirxînin, ev yek dihêle ku ew çêtir bin di fêmkirina kesan de.
Lêkolîneran di zanîngeha Kîngstonê de li şûnmayên xwendin û temaşekirina televîzyonê vekola, û wekî encam hat tekezkirin ku kesên pirtûkên wêjeyî dixwînin bêhtir hay ji hestên derdorê hene û nêzîkatiyên wan erênî ne.
Berevajî wê; kesên bêhtir li televîzyonê temaşe dikin, têkiliya wan sar e û zêde ji kesên derdorê tênagihêjin.
Werger û amadekirin:Odeya Nûçeyan a Bûyer
Jêder:Elerebiye