Serokê Turkyê Receb Teyîb Erdoxan got ku biryara hevberê min ê Emerîkê Donald Trump bi çekdayîna YPG’ê,ziyanê digihîne peywendiyên her du welatan.
Di kongreyeke rojnamevanî de li Enqerayê, Erdoxan got ew bawer dike ku doza wan bi Emerîka re dê di seredana bê de, ta asteke bilind çareser bibe.
Her wiha Erdoxan got ku ew ê şerê xwe li dij terorê li Sûrî û Iraqê dewam bikin.
Biryar e ku hefeteya bê, Erdoxan dê bi Trump re li Waşintonê bicive, naveroka civînê jî dê li ser çekdayîna YPG’ê û radestkirina Fethula Gulen be.